Hakan Fîdan: Endamtiya YEyê ji bo me armanceke stratejîk e

Hakan Fîdan: Endamtiya YEyê ji bo me armanceke stratejîk e

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Enqereyê ligel şandeke pilebilind a Yekîtiya Ewropayê (YE) ku ji Kaja Kallas, Marta Kos û Magnus Brunner pêk dihat civiya.

Di civînê de mijarên wekî siyaseta derve, bazirganî, koçberî, hêsankariya vîzeyê û rûdanên herêmî û cîhanî –bi taybetî şerê Rûsya-Ukraynayê û krîza li Rojhilata Navîn– hatin nirxandin.

Piştî civînê Fîdan ragihand ku ji bo welatê wî endamtiya di YEyê de armanceke stratejîk e û diyar kir ku Enqere amade ye peywendiyên xwe ligel YEyê pêş bixe.

Wezîrê Tirk bal kişand ser pêvajoya endamtiyê û bang li YEyê kir ku di vê mijarê de li ser bingeha pîvanên lêhatî tevbigere û ji her cure cudakariyê dûr bikeve.