Hamaney: Êrîşên ser Tirkiyê ne ji aliyê Îranê de tên kirin

Hamaney: Êrîşên ser Tirkiyê ne ji aliyê Îranê de tên kirin

PeyamaKurd – Serokê dînî yê Îranê Mucteba Hamaney li ser êrîşên ku bi fuzeyan kirine ser Tirkiyê, daxwuyanî da û got:

“Pêwendiyên me yên bi Tirkiyê û Ummanê re başin û êrîşên ku kirine ser her dû welatan, ji aliyê artêşa Îranê û cepha berxwedanê de nehatine kirin. Van êrîşên han, ji aliyê dijminê Siyonîst de, bi armanca ku dixwazin di navbera Îran û cîranan de cudahiyê bikin, hatine kirin û sextekariye. Dibe ku tevgerên weha li welatên din jî bibin.”