HDP: Em çima bi masa 6 qolî re namzedekî hevpar dernaxin!

HDP: Em çima bi masa 6 qolî re namzedekî hevpar dernaxin!

PeyamaKurd – Parlementerê HDP ê yê Diyarbekirê Garo Palyan ragihand ku bê HDP ê masa 6 qolî nikare hilbijartinê qezenc bike û bang kir ku namzedekî hevpar derxin. Palyan got ku bi masa 6 qolî re xwediyê heman qiymetane û got:

“Em dibêjin em dagerin demokrasiyê, qêy ew nabêjin? Madem wisa ye em çima serokkomarekî hevpar dernaxin?”

Garo Palyan ragihandina xwe Radyo Sputnikê de di bernama Akşam Postası ya bi Atilla Güner re kir. Palyan weha dewam kir:

“Dengên masa 6 qolî li dora %40a ye. Eger em %15 HDP ê jî deynin ser dike %55. Lê ez bawerim em ê bigihên zêdetir dengan. Em ê karibin bi %60-65an dawiyê li rejîma yek mirovî bînin. Di kolanan de terefdarên İYİ partî û CHP ê rêya me dibirin û dibêjin bigihên hev. Siyaset cesarete. Bifikirin ku Tayîp di muxalefetê de ye. Bawer bikin ji derê HDP ê xwe nedida ciyekî dinê. Wê lanetê li zilma ser HDP ê baniya.

Ji bo guhertina vê nîzamê em nabêjin bi HDP ê re îttîfaqê bikin. Bi demokrasiyê re îttîfaqê bikin. Di hevpariyên herî kêm de bila serokkomarekî me hebe. Em serxwebûna darazê dixwazin, dixwazin çapemenî azad be. Qey masa 6 qolî van naxawaze? Tişta di destê AKP ê de heye, ew e ku dibêje di bin masê de HDP heye. Bila herkes bizanibe. Bê HDP ê kes hilbijartinê qezenc nake.

Banga me wehaye: Dema ji bo belediyên HDP ê qeyyûm hatin tayînkirin, weka Wan û Mêrdînê, hun bêdeng man û we nizanibû wê dor were Îstenbolê?”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin