HDP: Hemî xebat ji bo ku HDP di bin bendê de bimîne tên kirin!

HDP: Hemî xebat ji bo ku HDP di bin bendê de bimîne tên kirin!

PeyamaKurd- Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) di derbarê benda ji %10ê de hinek daxuyanî dan.

Wekîla Serokê Meclîsa Mezin a Tirkiyê ya ji Partiya HDPê Meral Daniş Beştaş di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê û benda ji %10ê de daxuyanî dan. Di daxuyaniya xwe de Beştaş got ku “Hemî xebatên ku têne kirin ji bo ku HDP di bin bendê de bimîne ye.”

Beştaş wiha berdewam kir: Lêbelê heke HDP di bin bendê de bimîne, pêşeroja Tirkiyê we gelekî tarî be. Heke em bendê derbas nekin 75-80 wekîlên Kurdan ji MHP û AKPê re diçin. Hedefa me ew e ku em vê bendê bişkînin. Gelê me ji bo vê yekê amade ye. Em niha nêzîkî ji %10-11an ne. Lêbelê ev têrê nake. Divê em gelekî bixebitin. Lewra her kes li dijî me dixebite û hewl didin ku me di bin bendê bihêlin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin