DNO ASA xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê nû kirin

DNO ASA xebatên xwe yên li Herêma Kurdistanê nû kirin

PeyamaKurd - Şîrketa petrol û gazê ya Norweçî DNO ASA ragihand ku wan li zeviyên Tawke û Pêşxabûrê yên li parêzgeha Duhokê careke din dest bi xebatên xwe kiriye. Şîrketê ji ber şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî Îranê, ji 28’ê Sibata 2026’an ve ji bo parastina ewlehiya karmend û saziyên xwe hilberîn û sondaj rawestandibûn.

Di daxuyaniya îro de hat diyarkirin ku ji 9’ê Nîsanê ve tîm vegeriyane ser karên xwe û xebatên sondajê yên ji bo 8 bîrên nû, ku berê hatibûn plankirin, careke din dane destpêkirin.

Rawestandina kar bandoreke neyînî li ser daneyên petrolê yên Herêma Kurdistanê kiribû û hilberîna rojane ya şîrketê di sê meha yekem a 2026’an de ji 57 hezar û 951 bermîlan daketibû 39 hezar û 600 bermîlan.

DNOyê eşkere kir ku di vê heyamê de petrola Kurdistanê bi bihayê 31 dolaran ji kirîdarên herêmî re hatiye firotin. Tê payîn ku şîrket rapora xwe ya darayî ya sê meha yekem a sala 2026’an di 7’ê Gulanê de ji raya giştî re eşkere bike.