HDP: “Suleyman Soylu hedê xwe derbas dike”

HDP: “Suleyman Soylu hedê xwe derbas dike”

PeyamaKurd - HDPê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî gotinên Suleyman Soylu yên derbarê HDPê de da û diyar kir, ku Soylu ji bo ku cardin bibe wezîr êrîşî HDPê dike.

Desteya Rêveber a Navendî ya HDP'ê  daxuyaniyeke nivîskî weşand û di daxuyaniyê de diyar dike: "Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkiyê Suleyman Soylu ji ber bûyereke ku qet eleqeya HDPê pê tune, hedê xwe û sînorê xwe yê kanûnî û yasayî derbas dike û naveroka axaftina xwe ya li ser Hevseroka me ya Giştî li her derê didomîne."

Di daxuyaniyê de sedemê vê helwesta Soylu wiha tê îfadekirin: "Ev tenê bi vê yekê tê ravekirin ku Soylu, ji bo ku dîsa bibe wezîr, dixwaze xwe bi serayê bide qebûlkirin û ji bo piştgiriya hevkarê koalîsyonê hewl dide HDPê bi kar bîne."

Herwiha bal hat kişand ser vê yekê: "Feraseta ku nahêle HDP di meclîsê de be, ti eleqeya wê bi demokrasî û mafên mirovan tune. Soylû telefonî hevseroka me ya giştî dike û gefan li wê dixwe. Soylû di heman demê de dibêje; ‘Ez ê li wî gundî kevir li ser kevir' nehêlim û gefê li hemû gundiyan dixwe. Li wî gundî qedexeya derketina derve îlan dikin û hewl didin wan gundiyan ceza bikin."

Berpirsê van êrîşên li ser endam û partiya me û gundiyên li herêmê tenê Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ye. Em diyar dikin, ji bo ku li ber hiqûqê hesap jê were pirsîn, me der heqê wî de giliyê sûc kiriye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin