65 sal bi ser Şoreşa Îlonê de derbas bûn

65 sal bi ser Şoreşa Îlonê de derbas bûn

PeyamaKurd - Îro 65emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Îlonê ye ku di dîroka nûjen a Kurdistanê de wekî yek ji tevgerên neteweyî yên herî domdar û girîng tê zanîn.

Şoreşa ku di 1961ê de bi serokatiya Sêberê Nemir Mela Mistefa Barzanî dest pê kir, hemû pêkhateyên civakî, olî û siyasî yên Kurdistanê di bin yek alê de ji bo mafên rewa yên gelê Kurd anîn cem hev.

Ev tevgera dîrokî ne tenê li eniyên leşkerî bi hêza Pêşmerge li ber êrîşên rejîma berê ya Iraqê rabû, di heman demê de li herêmên azadkirî jî rêveberî, perwerdeya bi zimanê Kurdî û saziyên çandî jî ava kirin.

Di encama Şoreşa Îlonê de hikûmeta wê deme ya Iraqê neçar ma ku di 11ê Adara 1970yî de Peymana Xweseriyê îmze bike, ku ev yek di dîroka Kurdan de wekî destkefteke mezan a otonomiya Kurdistanê tê pênasekirin.