Mesrûr Barzanî bi boneya Şoreşa Îlonê peyamek belav kir

 Mesrûr Barzanî bi boneya Şoreşa Îlonê peyamek belav kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi boneya 65emîn salvegera Şoreşa Îlonê peyamek belav kir û tekezî li ser giringiya yekdengî û hevahengiya nava malbata Kurdistanî kir.

Serokwezîr di peyama xwe de hemû Pêşmerge û beşdarên vê şoreşa mezin bi rêzdarî bi bîr anî.

Mesrûr Barzanî bal kişand ser destkeftiyên dîrokî yên şoreşê û anî ziman ku yek ji encamên herî girîng ên vê berxwedanê ew bû ku rejîma demê ya Îraqê neçar ma di çarçoveya Peymana 11ê Adara 1970yê de îtîraf bi mafên gelê Kurdistanê bike.

Di dawiya peyamê de jî silav ji bo gihiştina şehîdên şoreşê hatin şandin.