HDP yî çûn seredana Binali Yildirim

HDP yî çûn seredana Binali Yildirim

PeyamaKurd- Hevserokê partiya HDPê Sezaî Temelli, cîgirê serokê meclisê Mîthat Sancar, Ayhan Bilgen û Fatma Kurtulan çûn seredana serokê meclisa Tirkiyê Binali Yıldırım.

HDP yî li dora 40 deqeyan li oda serokê meclisê man. Piştî hevdîtinê Temelli ragihand ku seredana wan piştî hilbijartina Binali Yıldırım e ku bo serokatiya meclisê hatiye hilbijartin û wî pîroz kirine. Temelli weha got:

“Me bo serokê meclisê Yıldırım got ku encam hene ku em ji vê dewrê ya 27 emîn ya meclisê derxin û me di demokrasiyê de behsa girîngiya parlementoyê ragihand.”

Temeli got ku ew behsa qedexeyên meclise kirine û divê di meclisê de ev qedexe nebin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin