HDPê li hewsa parlemenê çalakiya rûnistinê da destpêkirin

HDPê li hewsa parlemenê çalakiya rûnistinê da destpêkirin

PeyamaKurd – Parlamentarên HDPê li hewşa Parlementoya Tirkiyê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê û ‘Rojiya Mirinê’ ku îro destpê kiriye, dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Wekîla Serokê Koma Parlamenê Fatma Kurtulan û Berdevkê HDPê Saruhan Oluç jî di nav de komek parlamentarên HDPê bi pêştemalên ‘Leyla Guven bila bijî’ li ser deriyê Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Kurtulan dema çalakiyê da xuyakirin ku wan ev çalakî ji bo Leyla Guven a nêzî 6 meh in ketiye greva birçîbûnê daye destpêkirin û got, “Heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest daye. Niha jî 15 kesan rojiya mirinê daye destpêkirin. Ji bo em balê bikişînin ser vê rewşê û banga hestiyarbûnê li raya giştî bikin û parlemen û Wezareta Dadê bikeve tevgerê me ev çalakî daye destpêkirin.”

15 girtî sibe dest bi ‘Rojiya Mirinê’ dikin

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin