Heiko Maas: Hafter ji bo agirbestê amade ye

Heiko Maas: Hafter ji bo agirbestê amade ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas diyar kir ku General Xelîfe Hafter bo agirbesta li Lîbyayê amade ye.

Wezareta Derve ya Almanya li ser hesabê xwe yê medya civakî belav kir ku Hafter dixwaze ku di 19ê Çileyê de beşdarî Konfersa Lîbya ya li Berlînê bibe.
Di parvekirinê de, ji hevdîtina Maas û Hafter ya li Lîbya wêneyek hat belavkirin.

Bi pêşengîya Rûsya û Tirkîyê roja Duşemê li Moskowê bo alîiyên li Lîbya şer dikin peymaneke agirbestê hatibû hazirkirin.

Serokê Hikûmeta Trablusê Fayez el-Serac piştgirî dabû agirbestê lê Hafter bêyî ku metnê îmza bike ji Moskowê veqetiyabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin