Brîtanya bo Erdogan: Ser bidawî bîne, em ji agirbestê re amade ne

Brîtanya bo Erdogan: Ser bidawî bîne, em ji agirbestê re amade ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnsan bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re pêwendiyeke telefonî pêk anî û rewşa metirsîdar a êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê anî ziman.

Li gorî daxuyaniya berdevkiya serokwezîrtiya Brîtanyayê, Johnsan ji Erdogan re gotiye dê bi vê êrîşa leşkerî re rewşa mirovî li herêmê xirab bike û ziyanê bigihînine pêşketinên li dijî DAIŞê hatine bidestxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku Johnson bi awayekî zelal ji Erdogan re diyar kiriye ku ew piştevaniya operasyona Tirkiyê nakin û jê xwestiye operasyonê bidawî werînin û rê li ber danûstandinê vekirin.

Herwiha hat gotin ku Brîtanya amade ye piştevaniya hevdîtinên bo agirbestê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin