PeyamaKurd - Endamê koma muzîkê ya çepgir Grup Yorum Îbrahîm Gokçek ku piştî 323 rojên greva birçîbûnê ya bi daxwaza destûrdana konseran û berdana hevalên wan, hefteya borî dawî li çalakiya xwe anîbû îro li nexweşxaneyê can da.
Endamê Grup Yorum Îbrahîm Gokçek, 323 rojan di rojiya mirinê de mabû û 5ê Gulanê bi sedema destûrdana konsera koma wan ji aliyê deshilatdaran ve, dawî li çalakiya xwe anîbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê.
Hat ragihandin ku îro Gokçek jiyana xwe ji dest daye.
Berî niha jî ji heman komê Helîn Bolek di roja 288an a çalakiya rojiya mirinê de, Mustafa Koçak jî di roja 297an de jiyana xwe ji dest dabûn.
Îbrahîm Gokçek 28ê Nîsanê wekî mebesta vê çalakiya xwe ev daxwazên xwe anîbûn ziman:
“Ji bo me cih û dîrokê diyar bikin û soza konserdayînê bidin. Hevalên me yên xebatê Alî Araci û Sûltan Gokçek ku wê danişîna wan bê dîtin serbest berdin. Rêya rawestandina mirinan eve. Em ne rehmê ji we dixwazin û ne jî banga wijdanê ji bo we dikin. Em edaletê dixwazin. Pêdiviyên hiqûqî bi cih bînin û mirinan rawestînin. Gelo çima daxwazên Grûp Yorûm ên rewa nayin pêşwazî kirin?”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin