PeyamaKurd- Berdevkê serokomariya Tirkiyê İbrahim Kalın bi sedema li Lîbyayê Fransa destekê dide general Hafter, Tirkiye Fransayê bi ‘Ewlekariya NATO yê dixe talûkê’ tewanbar kir. Kalın ragihandina xwe bo ajansa Fransiz ya AFP yê kir û weha got:
“Em li Lîbyayê destekê didin hukumeta rewa. Lê hukumeta Fransayê destekê dide Hafter û ewlekariya NATO yê, ewlekariya Derya Sipî, ya Bakûrê Afrîkayê û îstîqrara Lîbyayê dixe talûkê.”
Kalın got ku bi şertê hêzên Hafter ji bajarê Sirte vekişe, dibe ku li Lîbyayê agirbes bê kirin. Divê Lîbya dagere ser halê xwe yê sala 2015 an û Tirkiye destekê dide hukumeta Trablûsê.
Li ser Lîbyayê hevdîtinên bo agirbesê di bin pêşvaniya Neteweyên Hevgirtî de dewam dike. Lê li ser Lîbyayê dijberiya di navbera Fransa û Tirkiyê de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin