PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Heşda Şeibî piştî êrîşên Amerîkayê, ji Zummarê vekişiyaye û binkeyên hêzên girêdayî wê yên Keldanî Babilyon jî hatine daxistin.
Berpirsê lijneya navçeya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) yê li Zummarê Hesen Xelo eşkere kir ku 3 binkeyên Heşdî Şeibî ya Babilyon li Zummarê hebûn û her sê binke jî hatin daxistin ku girêdayî Reyan Kildanî bûn.
Herwiha hate destnîşankirin ku Heşdî Şeibî hêzên xwe ji Zummarê vekişandine û niha ti binkeyeke Babilyon li Zummar nemaye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin