PeyamaKurd- Kore ya Bakûr û Amerîka îro li Îsweçê dest bi hevdîtinan kiribûn da di mijara nukleerî de li hev bikin. Ajansa nûçeyan ya Koreyê ya bi navê Yanhapê ragihand ku hevdîtinên di navbera Washington û Pypngyangê de yên li Îsweçê destpêkiribûn, rawestandine. Dîplomatê Korê yê serpereştiya hevdîtinan dikir Kim Myong Gil, mijarê weha ragihand:
“ Amerîka bo me tiştekî nedanî ser masê û ev jî xeyalên me şikandin. Ji niha û pê de, berpirsiyariya destpêkirina hevdîtinan aîdê Amerîkayê ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin