PeyamaKurd - Hevserokê HDPê Sezai Temelli li dijî hewldanên operasyona ser Rojavayê Kurdistanê ya Tirkiyê derket û rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ya di bin deshilatiya PYDê de, şiband daxwaziyên çalakiyên Geziyê yên 2013an li Tirkiyê rû dabûn.
Temelli di axaftina koma HDPê ya parlamentoya Tirkiyê de li ser gefên operasyonê got, ‘Rojava xeyala Geziyê ye, dixwazin vê hêviyê bikujin’ .
Sezai Temelli diyar kir, “Rojava xeyala Geziyê ye, mekanê jinan e. Li Rojava dixwazin hêviyê bikujin, em ê qet destûrê nedin.”
Hevserokê HDPê herwiha got, Tirkiye jî di nav de divê hemû hêzên ji derve hatine ji Sûriyê derkevin û rê li ber proseya siyasî were vekirin.
Sezai Temelli herwiha bi dijatiya xwe ya rêveberiya Başûrê Kurdistanê jî tê zanîn ku çend sal berê ji bo Serok Mesûd Barzanî li ser medya civakî gotinên nexweş kiribûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, çalakiyên Geziyê 28ê Gulana 2013yan li dijî hilkirina darên Parka Gezî ya Stenbolê wekî protestoyên demokrasiyê dest pê kiribûn û bi beşdariya gelek aliyên civakê heta 30yê Tebaxa 2013an berdewam kiribûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin