PeyamaKurd - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê di çarçoveya entegrasyonê û amadekariyên îdarî de, dest bi amadekirina lîsteya nûnerên pêkhateyên herêmê kir daku di nav wezaretên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de cih bigirin.
Hate zanîn ku ev pêngav li ser bingeha pîvanên "şarezayî û pisporiyê" tê avêtin û armanc ew e ku nûnerên çalak û jêhatî yên herêmê di hikûmeta veguhêz de erkên xwe bi cih bînin û ezmûna xwe ya îdarî ji bo xurtkirina xebatên wezaretan bi kar bînin.
Hate diyarkirin, wê ev nûner ne tenê di astên wezaretan de, lê belê di desteyên bilind, şandeyên dîplomatîk û balyozxaneyan de jî cih bigirin.
Ev hewldan di çarçoveya yekxistina saziyan û avakirina rêveberiyeke hevbeş a nû li Sûriyeyê de têne kirin. Bi tevlîbûna pisporên Rojavayê Kurdistanê di nav hikûmeta veguhêz de, tê armanckirin ku dosyeyên îdarî û xizmetguzarî bi awayekî bibandortir werin birêvebirin û nûnertiya hemû pêkhateyan di navenda biryardanê de were dabînkirin.