Hevserokê ÎHDê yê Îzmîrê Alî Aydin di êrîşekê de hat kuştin

Hevserokê ÎHDê yê Îzmîrê Alî Aydin di êrîşekê de hat kuştin

PeyamaKurd – Hevserokê Şaxê Îzmîrê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parêzer Alî Aydin, îro 14ê Rêbendanê li navçeya Çîgliyê ya Îzmîrê hat kuştin.

Li gorî agahiyên destpêkê, Aydin dema ku serê sibê dimeşiya rastî êrîşeke çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Alî Aydin li ser rêya ku tê re dimeşiya hat dîtin û piştî lêkolînên ewil, ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Bûcayê. Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin