Wezîr Aydin Marûf: Hewlêr keleha biratî û bihevrajiyanê ye

Wezîr Aydin Marûf: Hewlêr keleha biratî û bihevrajiyanê ye

PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Berpirsê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ragihand ku Hewlêr di dirêjahiya dîrokê de ji bo hemû pêkhateyên neteweyî û olî bûye keleheke xurt a bihevrejiyana aştiyane û biratiyê.

Marûf da xuyakirin ku ev pirrengî û rengîniya civakî ne cudabûn, lê belê çavkaniya herî mezin a hêz û dewlemendiya Herêma Kurdistanê ye.

Marûf spasiya welatiyên Hewlêrê kir ku bi hişmendiyeke mezin vê çanda kevnar diparêzin û bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina vê mîrasê û avakirina pêşerojeke geştir bi hev re bixebitin.