PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Brîtanyayê John Healey, daxuyaniyek da û ragihand ku Rûsya rasterast piştgiriyê dide taktîkên Îranê yên di êrîşên li ser Hewlêr û Iraqê de. Healey destnîşan kir ku Moskowê ezmûnên xwe yên şerê Ûkraynayê û taktîkên dronan bi Tehranê re par ve kirine.
Major General Nick Perry, Fermandarê Baregeha Hevbeş a Daîmî (PJHQ) ya Brîtanyayê, di hevdîtina bi Healey re diyar kir ku di êrîşa şeva Çarşemê de, dronên Îranî yên celebê Shahed baregeha hêzên hevpeymaniyê ya li nêzîkî Hewlêrê hedef girtine. Perry eşkere kir ku Îran niha taktîka “firîna li bilindahiya nizm” bi kar tîne da ku sîstemên parastina hewayî bêbandor bike; taktîkek ku Rûsyayê li dijî Ûkraynayê bi pêş xistiye.
“Destê veşartî yê Pûtîn”
Wezîrê Parastinê John Healey piştî hevdîtinê daxuyand: “Divê kes matmayî nebe ku destê veşartî yê Pûtîn li pişt hin taktîk û şiyanên Îranê ye.” Healey anî ziman ku êrîşên dawî yên Îranê “nîşanên êrîşên Rûsyayê yên li ser Ûkraynayê hildigirin.”
Healey bal kişand ser aliyê aborî yê şerê li Rojhilata Navîn û diyar kir ku bilindbûna bihayê petrolê ya ji ber rageşiya bi Îranê re, herî zêde xizmeta Kremlinê dike. Wezîrê Brîtanî got: “Vê yekê çavkaniyek nû ya fînansmanê ji bo şerê hovane yê li Ûkraynayê ji Pûtîn re peyda kiriye.”
Li gorî raporên Washington Post û Bloombergê yên ku xwe dispêrin karbidestên îstîxbarata Amerîkî, Rûsyayê wêneyên satelîtê û zanyariyên derbarê keştî û balafirên Amerîkî de bi Tehranê re par ve kirine da ku hedefên dronan rasttir werin destnîşankirin. Tevî ku Kremlîn van îdiayan bi tundî red dike jî, zanyariyên li ser erdê hevkariyeke kûr a leşkerî di navbera Moskow û Tehranê de nîşan didin.
Ev daxuyanî fikarên li ser berfirehbûna hevkariya Rûsya û Îranê li seranserê Rojhilata Navîn hîn bêtir zêde dike.