Hêzên Esad, êrîsî Îdlib û Helebê kir!

Hêzên Esad, êrîsî Îdlib û Helebê kir!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên berevaniya sivîl yên Suriyeyê ve hatine parvekirin, hêzên rejîma Esad, êrîş birine ser rêyeke stratejîk a Îdlibê û bejahiya Helebê.

Li gorî agahiyên hatine dayîn, ji aliyê hêzên rejîmê ve êrîşî rêya bejahî ya M4 a ku Heleb û Lazkiyeyê girêdide kiriye û li aliyê din jî êrîşî wargehên sivîlan ên li bejahiya rojava ya Helebê kiriye.

Hat diyarkirin ku êrîş bi çekên giran tên kirin û di êrîşa ku di nav rojê de li dijî Îdlibê hatiye kirin de gundên Şînan, Ruveyha, Kensafra, Mintf, Beynin, Keferlete, San, Sermîn û Marataliyeyê hatine hedefgirtin û bi çekên giran ên bejahiyê jî li gundên Keferamme û Bilente yên Helebê dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin