Hêzên Iraqê li Sûriyê 35 DAISî kustin

Hêzên Iraqê li Sûriyê 35 DAISî kustin

PeyamaKurd - Di encama topbarana topxaneya hêzên Iraqî ya bi ser bingehên DAIŞê li gundewarê Dêrazora Sûriyê de, 35 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.

Rayedarekî hêzên Iraqê ji medya Iraqê re ragihandi ku topxaneya wan bingehên DAIŞê li bajarokê Susê yê li rojhilatê Dêrazorê topbaran kiriye û di encamê de 35 DAIŞî hatine kuştin.

Herwiha hat diyarkirin ku di nava kuştiyên DAIŞê de, serkideyên DAIŞê yên wek Ebû Wedah, Ebû Hemzê û Ebû Fetûm jî hene.

Ev demek e hêzên Iraqî li navçeyên sînorê Sûriye-Iraqê operasyonan li dijî bermayiyên DAIŞê ku ketine liv û tevgerê pêk tîne ku ji aliyê Sûriyê ve jî HSD şerê DAIŞê berdewam dike,

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin