PeyamaKurd - Hikûmeta veguhêz a bi serokatiya Mihemed El Beşîr ê ji Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ) ji bo 3 parêzgehan parêzgarên nû diyar kir.
Li gorî biryarê, ji bo parêzgeha Helebê Fewaz Hilal, ji bo Gundewarê Şamê Umer El-Şêx û ji bo Laziqiyê jî Hesen Sofan wekî parêzgar hatin destnîşan kirin.
Fewaz Hilal serokê “Hikûmeta Înqaz” di navbera salên 2018 ta 2021ê bû. Umer El-Şêx yek ji fermandarên "Tevgera Ehrar El-Şam" e û Hesen Sofan jî fermandarê "Tevgera Ehrar El-Şam" e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin