Hikûmeta Esed bajarê Der’ayê ji dest da

Hikûmeta Esed bajarê Der’ayê ji dest da

​​​​​​PeyamaKurd – Navenda parêzgeha Der’ayê ya li ser sînorê Sûriyeyê û Urdinê, ket bin kontrola komên çekdar ên ku bi hêzên rêveberiya Şamê re şer dikin.

Grûpên çekdar li parêzgeha Der’ayê li başûrê welat li dijî hêzên rêjîmê çalakiyek pêk anîn û bi destxistina gelek niştecih û nuqteyên leşkerî ên li gundewarên parêzgehê bi pêş ve çûn.

Komên çekdar navenda Der’ayê ji destê hêzên rejîmê derxistin.

Di dema şerê navxweyî de yê ku li Sûriyeyê dest pê kir piştî ku rejîmê hewl da ku bi tundî xwenîşandanên ku di sala 2011an de dest pê kiribûn bitepisîne, bajarê Der’ayê xwedî girîngiyeke dîrokî ye ji ber ku ew yek ji cihên ku opozîsyona dijî rejîmê lê ji dayik bûbû.

Xwepêşandan li Dera’yê ya li başûrê Sûriyeyê, di 15ê adara 2011an de dest pê kirin, dema ku komek xwendekar li ser dîwarê dibistanê nivîsî “Ey doktor (Beşar Esed), niha dora te ye”.

Der’a di navbera salên 2012-2018an de di bin hikumê mixalefetê de bû.

Hikûmeta navendî ya Sûriyeyê ku bi destwerdana leşkerî ya komên Îran û Rûsyayê piştgiriya wan dike dîsa xurt bû, di Hezîrana 2018an de êrîşî herêmê kir.

Rêjîmê ragihand ku di tîrmeha 2018an de tevahiya parêzgeha Dera’yê bi dest xistiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin