Hikûmeta Filistînê rûxandina xwe ragihand

Hikûmeta Filistînê rûxandina xwe ragihand
PeyamaKurd - Hikûmeta Filistînê ya di serokwezîrtiya Muhammed Ştiyye de tenê li Ramallahê hukum dikir rûxandina xwe ragihand.
 
Serokwezîr Muhammed Ştiyye ji raya giştî re ragihand ku hikûmeta wî destjikarberdana xwe pêşkêşî Serokomar Mehmûd Ebas kiriye.

Hate angaştin ku wê hikûmeteke ji pispor û teknokratan pêk tê û nûnertiya hemû gelê Filistînê bike bi damezirandin, lê belê hîn ne diyar e ku wê Hemas di vê hikûmeta nû de cih bigire yan na.

Serokwezîr Ştiyye piştî civîna heftane ya lijneya wezîran da zanîn ku wî di 20ê Sebatê de vê mijarê ji Serokkomar Mehmûd Abbas re bi devkî ragihandiye û diyar kir ku wî destjikarberdana xwe pêşkêşî Serokomar Mehmûd Abbas kiriye.
 
Ştiyye amaje bi wê yekê kir ku ji bo rêveberiya Filistînê bibe hêzeke birêveber hewldan hene û got: "Wê rêveberiya Filistînê têkoşîna xwe ya li dijî pêkanînên Îsraîlê bidomîne.

Ştiyye destnîşan kir ku heta avakirina dewleta Filistînê ew ê li dijî Îsraîlê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin