PeyamaKurd - Li welatê Hindistanê qonaxa 4emîn a hilbijartinên giştî dest pê kir ku li 96 herêman derdora hezar û 717 namzet hevrikiyê dikin.
Îro hilbijêrên 9 eyaletên li Hindistanê û li herêma Jammu û Kaşmirê çûn ser sindoqan. Encamên hilbijartinê wê di 4ê Hezîranê bên eşkerekirin.
Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bang li gel kir ku dengê xwe kar bînin û got: “Em hemû erka xwe bi cih bînin û demokrasiya xwe xurt bikin.”
Di çarçoveya hilbijartinên heta 1ê Hezîranê didomin de, li Hindistanê bi qasî 968 milyon hilbijêr ji bo diyarkirina endamên Meclîsa Gel û baskê jêrîn ê parlamentoya federal wê deng didin.
Narendra Modi, li hember “Hevbendiya Neteweyî ya Demokratîk” a di bin navê “Niştimanî ya Hindistanê” pêşbirkê dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin