PeyamaKurd- Di gera duyem a hilbijartinên Giştî yên Yunanîstanê de encamên ne fermî hêdî hêdî bi raya giştî re tên parvekirin. Li gorî encamên destpêkê, Kiryakos Miçotakis li pêş e.
Hat diyarkirin ku di hilbijartinên giştî yên li Yunîstanê de Partiya Demokrasiya Nû ya bi serokatiya Serokwezîrê berê Kiryakos Miçotakis ku li gorî rapirsiyan ev 4 sal in bi tena serê xwe desthilatdar e, li pêş e.
Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir, rêjeya dengên Partiya Demokrasiya Nû ji % 40,46 bû, li gorî encamên nefermî yên ku sindoq hatin vekirin ji % 80,47 e.
Tifaqa Çep a Radîkal (SYRIZA) bi rêjeya ji % 17,84 dengan di rêza duyemîn de cih girt.
Li gorî encamên destpêkê, tifaqa PASOK-KINALê ji % 12,1, Partiya Komunîst a Yunîstanê (KKE) ji % 7,56, Partiya Çareseriya Yunîstanê ji % 4,51, Partiya Serkeftinê ji % 3,75, Partiya Nobeda Azadiyê ji % 3,13yan bi dest xistiye.
Li gorî encamên heyî, tenê Demokrasiya Nû 151 kursiyên pêwîst ji bo desthilatdariyê derbas kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin