Hindistan û Rûsya bi 25 milyar dolarî peyman îmza kirin

Hindistan û Rûsya bi 25 milyar dolarî peyman îmza kirin

PeyamaKurd – Wezareta bergiriya Hindistanê bi 25 milyar dolarî peymana kirîna alavên leşkerî bi Rûsya re îmza kir ku di nav peymanê de sîstema bergirya hewayî ya S-400an jî heye.

Wezareta bergiriyê ya Hindistanê ragihand ku plan hatiye erêkirin û konseya amadekirina bergiriyê jî budçê tesdîq kiriye.

Di nav 25 milyar dolarî de sîstema bergiriya hewayî ya S-400an jî heye ku Hindistan bi kirîna wan dixwaze bergiriya hewayî xwurt bike.

Hindistan, di sala 2018an de bi Rûsya re bi miqdarê 5,3 milyar dolarî peyaman kirîna S-400an kiribû lê heya niha tenê 3 sîsteman teslîm sitendiye û 2 sîstem hêj negihane Hindistanê.

Nehat gotin bê ji bilî sîstema S-400an din ava 25 milyar dolarî de çi alav hene û wêkengê teslîmê Hindistanê bikin.