PeyamaKurd – Welatê Hindistanê ku bi zêdebûna nifûsa xwe û pêketin û mirinên herî zêde yên vîrus koranayê li cîhanê bûye metirsiyeke mezin, di 24 saetên dawî de hejmareke rekor a din eşkere kir.
Li gorî ragihandina Wezareta Tenduristiya Hindistanê, di 24 saetên borî de 386 hezar û 452 kesên din ên bi vîrusa korona hatine tomarkirin û di rojekê de 3 hezar û 498 kes jî pê mirine.
Li Hindistanê ku karesateke mirovî ji ber kêmderfetiyan û zêdebûna nifûsê bi sedema Covid-19 peyde bûye, hejmara pêketinan gihîşt 18 milyon û 762 hezar û 976 kesan û heta niha 208 hezar û 330 kes jî mirine.
Niha hemû welatên cîhanê ji ber belavbûna cûreya Covid-19 ya Hindistanê ketine alarmê û geştên ji wî welatê radiwestînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin