PeyamaKurd- Muxalefeta Sûriyê ji bo civîna li Siûdî Erebîstanê lîsteya beşdarvanan dane Staffan de Mistûra. Di heman lîsteyê de TEV-DEM û ENKSê cih girtin.
Nûnerên muxalefeta Sûriyê wê li paytextê Siûdî Erebîstanê li Riyadê civînekê pêk bînin. Muxalefeta Sûriyê ji bo vê civînê lîsteya beşdarvanan dane Nûnerê Taybet yê Sûriyê yê Netewên Yekbûyî yê bi navê Staffan de Mistûra. Di vê lîsteyê de ji TEV-DEM û ENKSê her yekê du nûneran jî cihên xwe girtin. Di lîsteyê de li ser navê TEV-DEMê Îlham Ehmed û Ebdulkerîm Omer û li ser navê ENKSê jî Îbrahîm Bro û Hevas Egîd cih girtin.
Berî niha gelek caran Rûsya digot ku divê nûnerên Kurdan jî beşdarî van civînê Netewên Yekbûyî bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin