HRANA: Rejîma Îranê welatiyê ku vegeriyabû bi Îdamê ceza kir

HRANA: Rejîma Îranê welatiyê ku vegeriyabû bi Îdamê ceza kir

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Mafên Mirovan a HRANAyê ragihand ku cezayê darvekirinê li girtiyê siyasî Elî Kemalî hatiye birîn.

Li gorî rapora HRANAyê, ev biryar ji aliyê Şaxê 26an a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê ve bi serokatiya dadwerê tundrê Îman Efşarî hatiye dayîn û Kemalî niha di Girtîgeha Tehrana Mezin de tê girtin.

Hat destnîşankirin ku Elî Kemalî berî niha li welatê Malezyayê niştecih bû, lê tenê çend roj piştî vegera xwe ya ji bo Îranê, di dema nerazîbûnên giştî yên li Tehranê de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û girtin.

Ev biryara tund a li dijî Elî Kemalî di demekê de ye ku tenê pênc roj berê, heman dadgehê û dadwer Îman Efşarî cezayê darvekirinê li du birayên cêwî yên 20 salî, Hesen û Huseyn Emîrî jî birîbû.