HSD: Me çember li Bexdadî teng kiriye!

HSD: Me çember li Bexdadî teng kiriye!

PeyamaKurd- Hat ragihandin ku di roja 17an de Operasyona Bagera Cizîrê gihaye nêzîkî navçeya Hacînê. Li gorî hinek agahiyan Serokê IŞÎDê Bexdadî jî li vê navçeyê, xwe veşartiye.

Piştî operasyona li dijî Efrînê Operasyona Bagera Cizîrê sekinîbû, lê berî niha bi bîst rojekê dîsa dest pê kir. Di 1ê Gulanê de navçeya Hacînê hate dorpêçkirin.

Di derbarê mijarê de Fermandarê HSDê yê bi navê Şêrgo Heseke daxuyaniyek da û got “niha dor gihaye ser navçeya Hacînê ku dibêjin Serokê IŞÎDê Ebûbekir El Bexdadî û gelek giregirên IŞÎDê li wê derê xwe veşartine. Heseke wiha berdewam kir: “Em bi Artêşa Iraqê re bi hevdengî dixebitin û  aliyê tixûbê Sûriyê wê di bin qontrola me de be.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin