HTSê berê xwe daye Hema û Hûmsê: Çend gund û bajarok kontrol kirin

HTSê berê xwe daye Hema û Hûmsê: Çend gund û bajarok kontrol kirin

PeyamaKurd - Desteya Tehrîr El-Şam (HTŞ) ku piştî ketina navenda Helebê berê xwe dabû Hemayê çend gund û bajarok li bakurê Hemayê kontrol kirin. Herwiha tê gotin ku dê HTŞ piştre jî berê xwe bide bajarê Hûmsê ku 150 km nêzî Şamê ye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand, Desteya Tehrîr El-Şam û grûpên hevalbendên wê gelek gund û bajarokên bakurê Hemayê kontrol kirin.

SOHRê diyar kir, Hilfaya, Morik, El-Letamîne, Kefir Zîta, Keleha El-Medîq, Kefir Nebûde, Kernaz, Lehaya, El-Buweyda, Latmîn, Soran, El-Mugêr, Merdebes, piştî vekişîna bilez a hêzên rejîmê li Hemayê ketin destê HTŞê û komên çekdarên opozîsyona Tirkiye piştevaniya wan dike.

SOHRê daye zanîn, hêzên rêjîmê cihên xwe yên leşkerî ji nû ve rêz kirin û xalên nû li ser derûdora bajarê Hemayê û gundewarê wê yê bakur danîn, bi armanca bihêzkirina dorpêça ewlekarî ya bajêr û rêgirtin li her hewleke ketina Desteya Tehrîr El-Şam nava Hemayê.

Herwiha rêjîmê hêzeke mezin di nav wan de, hêzên taybet ên girêdayî Suhêl El-Hesen, şandin cihên stratejîk li çiyayê Zeyn El-Abidîn, Tîbêt El-Îmam, Qemhana, û Xettabê.

HTŞê (Eniya El-Nusra ya berê) û hevalbendên wê doh ketin bajarê Helebê û hejmarek mezin ji taxên wê û Balafirxaneya Navdewletî ya Helebê kontrol kiribûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin