PeyamaKurd – Rêxistina Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ-El Nûsra ya berê) ku doh 13ê Cotmehê piştî şerê ligel komên çekdarên girêdayî Tirkiyê bajarê Efrînê xist kontrola xwe, niha jî berê xwe daye bajarên Ezez û Babê ku ew jî di bin kontrola artêşa Tirkiye û komên çekdar de ne.
Li gorî zanyariyên dawî şerê çekdarên HTŞê û komên çekdarên opozîsyona Sûriyê ya Tirkiye bi fermî piştevaniya wan dike 4 roj in bi hemû giraniya xwe berdewam dike.
Hat diyarkirin ku piştî ketina Efrînê ya çekdarên HTŞê niha jî li ser rêya Efrîn - Ezazê şerekî dijwar diqewime û HTŞ hewl dide Ezazê jî bixe jêr kontrola xwe û berê xwe bide Babê jî.
Çavkaniyên herêmê didin xuyakirin ku Desteya Tehrîr el-Şam piştî ku bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê kontrol kir, dest bi dizî û talankirina mal û milkên welatiyan kiriye.
Li demeke ku HTŞê êrîş li herêmên kontrola artêşa Tirkiyê daye destpêkirin, ji berpirs û rayedarên hikûmeta Tirkiyê hîn ti daxuyaniyek nehatiye dayîn. Tenê beriya niha Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu dubare daxwaz ji opozîsyona Sûriyê ya piştevaniya wê dike kiribû bi rejîma Esed re li hev bikin ku ev demek dirêje Rûsya vê daxwazê ji Tirkiyê dike.
Rêxistina HTŞ ku ji bingeha El Qaîde û DAIŞê pêk tê û piraniya parêzgeha Idlibê kontrol dike, heger bikeve wan herêmên din tê çaverêkirin ku li aliyekî Rûsya-rejîma Sûriyê û li aliyê din jî Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike jî ji bo derxistina wan ji Sûriyê bikevin tevgerê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin