Hukumeta Çekya nema sîlihan difrose Tirkiyê

Hukumeta Çekya nema sîlihan difrose Tirkiyê

PeyamaKurd- Piştî dewletên Fransa, Almanya, Norweç, Fînlandiya û Hollandayê, hukumeta Çekyayê jî biryarê da ku dê sîlihan nefroşe Tirkiyê. Hukumeta Çekyayê ragihand ku bi sedema operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojava vê biryarê daye û firotina sîlihan bo Tirkiyê daye rawestandin.

Mijara rawestandina firotina sîlihan bo Tirkiyê ji aliyê wezîrê karên hundir yê dewleta Çekyayê, ji aliyê Jan Hamace de, di ser hesabê Twitterê de hat belavkirin û weha got:

“Çekya bo Tirkiyê lîsansa firotina alav û sîlihên leşkerî daye rawestandin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin