Hukumeta Letonyayê îstîfa kir

Hukumeta Letonyayê îstîfa kir

PeyamaKurd – Serokwezîra Letonyayê Evika Silina, ragihand ku piştî Partiya Pêşverû ji hukumetê vekişiyaye, dest ji kar berdaye. Bi îstîfa Silina re hukumeta Letonyayê hilweşiya.

Silina, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku piştî ortaxê wê Partiya Pêşderû ji hukumetê vekişiyaye, piraniya jimara parlementoyê ji dest çûye, biryarekî rasteqîne sitendiye û ji karê xwe îstîfa kiriye. Silina, di ser hesabê xwe de got:

“Ez îstîfa dikim lê serî danaynim û naçim.”

Wezîrê bergiriyê yê Partiya Pêşverû Andris Spruds, li ser ketina dronên Rûsyayê ya seha Letonyayê û li ser rêvebirina pêvajoyê, wî ji ser kar girtibûn. Paşî ragihandibûn ku dronên behsa wan têkirin yên Ûkraynane.

Li gor destûra Letonyayê; serokkomar Edgars Rinkevics, wê sibê bi serokê partiyên Letonyayê re bicive. Mecbûre namzedê serokwezîrtiyê destnîşan bike.