Hûsî: Siûdî Erebistanê li Yemenê 32 êrişên asmanî pêk anîn

Hûsî: Siûdî Erebistanê li Yemenê 32 êrişên asmanî pêk anîn

PeyamaKurd - Li Yemenê di navbera Hûsiyên ku alîgirê Îranê ne û hêzên ku ji aliyê Siûdî Erebistanê ve tên piştgirîkirin de şer û pevçûn kûr dibin.

Televizyona Al-Masirah a Hûsiyan ragihand ku firokeyên şer ên Siûdî Erebistanê li bajarên Marib, El-Jawf, Taiz û Hudeydeyê bi giştî 32 êrişên asmanî pêk anîne, lê hêj aliyê Siûdî daxuyaniyek nedaye.

Ev pêla nû ya êrişan piştî wê yekê tê ku rayedarên Siûdî diyar kiribûn di encama êrişên Hûsiyan de zeviyên petrolê demkî hatine girtin û 73 kes birîndar bûne.

Li gorî danîşên ajansa nûçeyan a AFPyê, ji ber tevgera Hûsiyan a li nêzî Tengava Babûlmendebê û pevçûnên ku ji nû ve dest pê kirine, zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane.