Nêçîrvan Barzanî Roja Nîştimanî ya Siûdî pîroz kir

Nêçîrvan Barzanî Roja Nîştimanî ya Siûdî pîroz kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya Roja Nîştimanî ya Erebistana Siûdî peyamek pîrozbahiyê pêşkeşî Qralê Erebistana Siûdî Selman bin Ebdulezîz Al Seûd û Cînişîn û Serokwezîr Prens Muhemmed bin Selman bin Ebdulezîz Al Seûd kir.

Barzanî di peyama xwe de germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî hikûmet û gelê Siûdiyê kir û hêviya pêşveçûn û refahê ji bo wî welatî xwest.

Barzanî her wiha bal kişand ser têkiliyên di navbera Iraqê, Herêma Kurdistanê û Erebistana Siûdî de û anî ziman ku ew bi van têkiliyên dostane û hevkarî serbilind in.

Wî hêvî xwest ku ev pêwendî di pêşerojê de zêdetir werin xurtkirin û berfirehkirin da ku ew bibin alîkar ji bo parastina berjewendiyên hevpar û xurtkirina ewlehî û aramiyê li herêmê.