Hûsiyan bi fûzeyan êrişî Qesra Serokkomariyê ya li Adenê kir

Hûsiyan bi fûzeyan êrişî Qesra Serokkomariyê ya li Adenê kir

PeyamaKurd - Komên Hûsiyan li Adena ku paytexta demkî ya Yemenê ye, bi fûze û balafirên bêmirov (dronan) êrişî derdora Qesra Serokkomariyê ya Maaşiqê kir.

Di encama êrişê de ji Pasevanên Serokkomariyê 2 kesan jiyana xwe ji dest da, gelek kes birîndar bûn û zirara madî li qesrê bu.

Piştî ku Hûsiyan berpirsiyariya êrişê girt ser xwe, Wezareta Agahdarkirinê ya Yemenê ragihand ku rewşa tenduristiyê ya Serokwezîr Şaî Zîndanî û endamên kabîneyê baş e.

Hat diyarkirin ku ji ber rîskên ewlehiyê hikûmet civînên xwe êdî bi awayekî birêkûpêk di vê qesrê de pêk neîne.

Serokê Konseya Serokatiyê ya Yemenê Reşad el-Alimî piştî hevdîtinên telefonî yên ligel fermandar û rayedaran, destnîşan kir ku ev êriş berdewamiya xebatên "terorîstî" yên Hûsiyan e ku bendergeh, tesîsên neftê û xeta deryayê dikin armanc.

Encumena Wezîran a Yemenê jî diyar kir ku ev êriş dê rê li ber têkoşîna wan a ji bo ji nû ve avakirina saziyên dewletê negire û ragihand ku operasyona "Asoya Yemenê" dê berdewam bike.

Hikûmetê bang li Civaka Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li hemberî êrişên Hûsiyan seknekî zelal û biryardar nîşan bidin û zextê li ser vê komê bikin.