IAEA: Îran ji bo zelalkirina Uranyumê rêbazên nû bikar tîne

IAEA: Îran ji bo zelalkirina Uranyumê rêbazên nû bikar tîne

PeyamaKurd - Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî (IAEA) ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku di lêkolînên wan de hatiye piştrast kirin ku Îran sentirfujên pêşketîtir bi cih dike ku bo zelalkirina uranyumê dikare were xebitandin.

Di daxuyanîya Ajansa Enerjîya Atomî ya Navneteweyî de hat gotin, di nav alavên bicihkirî de jimareke sentirfujên ku di peymana navokî de hatibûn qedexe kirin jî hene.

Piştrastkirina pêngava nû ya Îranê, çend roj piştî daxuyanîya fermî ya Tehranê tê ku welatên Ewropî bi tundî rexne dike ku xwedî li peymana nukleerî dernakevin.

Îranê, beriya niha jî biryar dabû ku êdî pabendî lîmîta dewlemendkirina uranyumê ya peymana nukleerî nabe û ew dê lîmîtê zêde bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin