PeyamaKurd- Li gorî îdiayên ajansa Tebayê, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sudanî dê navbeynkariyê bike da ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser çareseriya qeyrana siyasî, nêzîkî hev bibin.
Li gorî nûçeya ku ev îdia danî holê, tê îdiakirin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja 4ê Gulanê di serdana xwe ya paytext Bexdayê de daxwaza alîkariyê ji Serokwezîr Sudanî kiriye da ku ji bo çareseriya qeyrana siyasî alîkariyê bide herêmê.
Her wiha di nûçeyê de hat ragihandin ku nêzîkbûna Hewlêr û Bexdayê, dibe sedema dîtbariya ku Sudanî di nav kar û barên navxweyî yên Herêma Kurdistanê de destwerdanê dike.
Ji bilî van îdiayan, di berdewamiya nûçeyê de tê gotin ku ew di wê baweriyê de ne, Sudanî ji bo jinavbirina pirsgirêkên siyasî yên herêmê, dikare bibe xwedî hewildaneke serkeftî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin