PeyamaKurd – Pisporên Neteweyên Yekgirtî raporekî 22 rûpel bo Konseya Ewlehiyê ya NY pêşkêş kirin û di raporê de li ser 6 mehên sala 2021 ê, li ser xebatên terorî şiroveyan kirin. Li gor raporê; li Tirkiyê, Ûygûr, Turkmen û kesên koka wan ji Asya Navîn tên, bo rêxistinên terorê yên Îslamî bingeha esasî ne ku mîlîtanan qezenc bikin.
Di raporê de hat gotin ku bajarê Idlibê bo endamên IŞİD ê û malbatên wan ciyekî stratejîke û Idlib bo endamên IŞİD ê derbasî Tirkiyê bibin, bo wan weka deriyekiye.
Di raporê de pispor dibêjin ku IŞİD û El-Qaîde xebateka zêde dikin da kesên ku koka wan ji dewletên Tirkî tên, tevlî nav rêxistinên xwe bikin.
Tehdîda IŞİD ê û El-Qaîdeyê daîmiye û li hinek herêman di asta herî bilind de ye. Bi taybetî her dû rêxistin rojava û rojhilatê Afrîkayê xistine hedefa xwe, bo mîlîtanên xwe zêde bikin tevgerên xwe zêde kirine. Ciyên ku şer li wan deran tineye, bi eksa ciyên din, tevî talûka redîkalîzebûnê heye jî, rêxistin nikarin xwe bi temamî bigihînin çavkaniya mirovan.
Li Idlibê herê kêm 10 hezar mîlîtanên redîkal hene û IŞİD bo xwe bipêş bixe, dest bi şerê gerîllayê kiriye. Li aliyê dinê Haşdî Şabi û grûbên bi desteka Îranê tevdigerin, bi IŞİD ê re şerekî dijwar dikin.
Di raporê de hat ragihandin ku li Turkmenistanê rêxistinên Îslamî yên terorîstê redîkal, her roj jimara endamên xwe zêdetir dikin û ew hêz bo li Afxansitanê bên bikaranîn, tên amadekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin