Peyama Kurd - Federasyona Navnetewî ya Rojnamevanan (IFJ) ragihand ku di sala 2023'an de 11 jê jin bi giştî 120 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine kuştin.
Sekreterê Giştî yê IFJ Anthony Bellanger ji ber rojnamevanên hatine kuştin xemgînîya xwe anî ziman û ji malbatên van rojnamegeran re sersaxîyê xwest.
Bellanger got: "Tevî ku em her gav tînin bîra rojnamegeran ku ti çîrok ne hêjayî jiyana wan e jî, gelek rewş hene ku ji bo bûyer û kirû bêne veşartin û mafê agahdarkirana gelan bêne sînordarkirin, rojnameger bi qestî têne armanckirin."
Bellanger balê keşa ser mijara agahdarbûna bi rêkûpêk a ku mafê demokratîk yê welatîyan e û berpirsîyarîya hikûmetan e ku ji bo ragihandina serbixwe parastina rojnamevanan saz bike.
IFJ dîyar kir ku ji sedî 68’ê rojnameger û xebatkarên medyayê yên canê xwe ji dest dane di şerê Xezzeyê de hatine kuştin.
Li gor tomarên IFJ, li Rojhilata Navîn ji ber şerê li Xezzeyê bi giştî 82 rojnameger ku 75 Filîstînî, 4 Îsraîlî û 3 jî Lubnanîne hatine kuştin. Rexistinê da zanîn ku li Sûrîyeyê jî 3 xebatkarên medyayê hatine kuştin.
IFJ ragihand ku îsal, li herêma Asya-Pasîfîkê, li Hindistanê 3, li Efxanistanê 2, li Fîlîpînê 2, li Bngladeşê 2, li Pakistanê 2 û li Çînê jî 1, bi giştî 12 rojnamevan hatine kuştin.
Federasyonê diyar kir ku di 2023yan de li Amerîkaya Bakur û Başûr; li Meksîkayê 3, li Paragûwayê 1, li Gûatemalayê 3, li Kolombîyayê 1, li Hondûrasê 1 û li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî 1, bi giştî 10 rojnameger hatine kuştin.
IFJ herwiha da zanîn ku îsal li Ewrupayê jî, li Ukraynayê 1, li Rûsyayê 1 û li Fransayê jî 1, bi giştî 3 rojnameger hatine kuştin. Rexistinê her wiha da zanîn ku li Almanyayê jî 1 xebatkarê medyayê hatiye kuştin.
Sekreterê Giştî yê IFJ Anthony Bellanger got: "Hejimara rojnamegerên ku îsal hatine kuştin jî dîyar dikin ku çiqas pêdivî bi sazîyeke hevpar a navneteweyî heye ku dewletan mecbûr bike da ku ji bo parastina ewlehî û serxwebûna rojnamegerîyê mekanîzmayên pêwîst ava bikin."
IFJ bi sedema Roja Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya 10’ê Mijdarê, ji bo pejirandina peymaneke navneteweyî îsal kampanyayekê dabû destpêkirin ku hê jî diome.
Federasyonê bang li hemû hikûmetên cîhanê kir ku ji bo parastina ewlehî û serxwebûna rojnamegeran peymaneke navneteweyî bipejirînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin