IHR: Li Îranê di salekê de bi kêmî 1500 kes hatin darvekirin

Dîroka Weşanê :
IHR: Li Îranê di salekê de bi kêmî 1500 kes hatin darvekirin

PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (Iran Human Rights-IHR) ragihand ku li Îranê di nav sala 2025an de 1,500 kes hatine darvekirin.

Dîrektorê IHRê Mahmood Amiry-Moghaddam ku navenda saziyê li Norwecê ye ji AFPê re eşkere kir: “Tişta ku em bi awayekî teqez dizanin ew e ku hejmara darvekirinan ji 1,500î derbas bûye. Ev rekorek e. Ji dawiya salên 1980yî ve ye ku zêdetirî 35 salan e hejmara herî bilind ev e.”

Amiry-Moghaddam diyar kir ku hê çend sedekên bûyerên darvekirinê yên nehatine piştraskirin hene û got, dibe hejmara rastîn gelekî ji ya hatiye eşkerekirin zêdetir be.