Li Şamê dewletê 65 karkeran ji ser karên wan derxist

Dîroka Weşanê :
Li Şamê dewletê 65 karkeran ji ser karên wan derxist

PeyamaKurd – Çavkaniyên Çavdêriya Mafên Mirovan yên Sûriyê (SOHR) ragihandine ku kesê bi navê Şêx Ebu Huseyin yê girêdayê wezareta bergiriya Sûriyê rêvebiriya fabrîkên El-Kademê dike, ji beşa terzîtiyê 65 karkerên teknîkî ji ser karên wan derxistiye.

Kesên di dawiya salê de ji ser kar derxistine, temamê wan xizmeta wan ji 24 salan zêdetire. Sedemekî derxistina wan ji ser kar ew e ku mafên wan yên tezmînatê nedin û mehaneyên wan yê xaneşîniyê nedin. Li Sûriyê niha erka sendika karkeran weka rejîma berê qet nîne û kes nikare mafên xwe yên karmendiyê biparêze.

Li Sûriyê rêvebiriya nû kesên ku ji kar fêm nakin û tenê karesatên xerab dikin, tînin ser kar û ew dikin desthilat.