PeyamaKurd – Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk Ferhad Şamî di ser hesabê medya civakî de ragihand ku hinek nûçe di ser medyayê de tên belavkirin ku rastiya wan nûçeyan nîne û derewin.
Ferhad Şamî ragihand ku nûçeya li Reqayê tumena 17an bi dronan kirine armanc û lê xistine û her weha li gundewarên Ebû Kemalê gundekî ji aliyê HSDê de hatiye bombekirin, ev her dû nûçe jî rast nînin û derewin.
Şamî got ku kesên van nûçeyan belav dikin ji xeberên xwe berpirsin.