PeyamaKurd – Li ser bihayê perê Îranê qiymeta xwe wenda dike û pirsgirêkên aboriyê li seranserê Îranê û Kurdistanê çalaki dewam dikin.
Çalakî li Tehranê destpêkiribûn û di wextekî kurt de li gelek bajar û navçan belav bûn û heya niha 5 kes can dan.
Li Loristanê êrîşê qereqola polîsan kirin û 3 kesan kuştin û 17 kesan birîndar kirin. Hêzên asayîşê tedbîrên xwe zêdetir kirin.
Li eyaleta Elbrûzê goya bo hilberîna maddeyên teqemeniyê dikin, bi sedema organize ne û perwerdekirîne 14 kesan xistin binçav.
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ragihand ku eger însan ji rewşê razî nînbin ev sûcê rêvebiriya Îranê ye û ne hewceye li pişt çalakiyan li Amerîka an hêzekî dinê bigerin.
Hinek rayedar jî dibêjin ku rûdan bi desteka hêzên derve çêdibin.