Îlham Aliyev: Em û Ermenistan ber bi astiyê ve pês de diçin

Îlham Aliyev: Em û Ermenistan ber bi astiyê ve pês de diçin

PeyamaKurd – Serokkomarê Azerbeycanê İlham Aliyev li payîtexta Azerbeycanê li Bakuyê di forma çanda navdewletî ya 6em ya dinyayê de axifî û li ser têkiliyên navbera Azerbeycan û Emenistanê got:

“Niha em û Ermenistan bi awayeka baş ber bi aştiyê ve diçin. Me dest bi destnîşankirina sînoran kir. Ne tenê destnîşankirina sînoran, tesbîta wan jî destpêkir.”

Di forûma ku li navenda Haydar Aliyev destpêkir de, di asta navdewletî de gelek kes, rêvebirên dewletê û hukumetê, parlementer, nûnerên ayînî û dîplomatîk hebûn. Aliyev, di dewama axaftina xwe de behsa destekvanên Ermenistanê yên ji derve kir û got:

“Ew destekvan xwestin ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî mudaxeleyê mijarê bikin. Me li Kafkasya başûr îznê neda vê yekê û em ê nedin. Piştî şerê 30 salî, Ermenistan fêm kir em li Kafkasyayê aştiyê dixwazin û ev jî di rêya aştiya Azerbeycan û Ermenistanê de dibe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin