Îlham Aliyev serdana Tirkiyê betal kir

Îlham Aliyev serdana Tirkiyê betal kir

PeyamaKurd - Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev biryar da ku beşdarî 13mîn Lûtkeya Serokên Dewlet û Hikûmetan a Rêxistina Dewletên Tirkî (TDT) ku sibê li Enqerê tê lidarxistin nebe.

Ji bo vê biryarê, bernameya wî ya xebatê ya qerebalix û beşdarbûna wî ya di şahiya fînalê ya Kupa Cîhanî û Festîvala FIFA U-15ê de ku li Bakuyê tê lidarxistin hatin nîşandan.

Tevî ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan bi rêya telefonê peywendî pê re danî û ew rasterast vexwend lûtkeyê lê belê hate ragihandin ku wê Wezîrê Karên Derve Ceyhun Bayramov nûnertiya Azerbaycanê di lûtkeyê de bike.

Hêjayî gotinê ye, ev geşedan piştî nîqaşên li ser mijara hîcabê ya xwendekaran û bertekên hin berpirs û rayedarên Tirkiyê pêk hat. Piştî daxuyaniyên Şêwirmendê Serokkomariya Tirkiyê Oktay Saral ên dijî Azerbaycanê, Saral ji kar hatibû dûrxistin.

Herwiha îro jî li bajarên Stenbol û Enqereyê hejmarek çalakvan û xebatkarên medyayê bi tohmeta "bêrêzîkirina li hember Serokkomarê Azerbaycanê" hatibûn binçavkirin.